Şandeke leşkerî ya Îraqê çû parêzgeha Enbarê

duhê bi şeş mûşekan êrîşî ser navenda Eyn Esed hatibû kirin.
کوردستان TV
100%

Lêkolîn li ser êrîşên ser navenda Eyn Esed dike.

Îro sêşem şandeke leşkerî ya Îraqê bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê operasiyonên hevbeş Ebdulemîr Şemerî serdana parêzgeha Enbarê kir.

Armanc ji serdana şanda han ya leşkerî, lêkolîn kirin li ser êrîşên duhê bi şev û rojên derbasbûyî yên bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esede.

Tê payîn şand vê lêkolînek jî li ser rewşa ewlekarî ya vê parêzgehê bike.

Weke tê zanîn duhê duşem bi 6 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê hatibû kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.