Êrîş li Zîqarê pêk hatiye.
Li gor çapemeniya Îraqê berbanga îro sêşem, li parêzgeha Zîqarê bombeyeke vedayî bi karwaneke veguhastina locîstîkî ya hêzên hevpeymaniya cîhanî teqiyaye.
Li gor çapemeniya Îraqê ti zirarên canî yên teqînê nebûne û heta niha jî ti aliyek berpirsiyartiya teqînê li xwe negirtiye.
Weke tê zanîn ev demêke ku êrîşên bo ser hêzên hevpeymanan li Îraqê zêde bûne û destê heşda şebî û komên nava heşda şebî di nava wan teqînan de hene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin