Behsa girîngiya hewl û karên hevbeş li dijî DIŞIê kirin.
Îro Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa li gel şandeke Şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraqê bi Serokatiya Jeneral John Taggart kir.
Di civînê de Şêx Cefer jiber kar û çalakiyên însanî û herwiha piştîvaniyên leşkerî yên bo herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê kir û rola Amerîkayê bo dûr xistina metirsiyan li ser herêma Kurdistanê bi girîng wesif kir.
Her di heman civînê de her du alî li ser domandina hewl û karên hevbeş li dijî terorîstan bigirîng wesif kir bi taybetî di demekê de ku terorîst dîsa bûne metirsiyeke rastîn bo ser rewşa deverê.
Di dawiya civînê de Cîgirê Serokê herêmê jiber bi dawî bûna pîwerdariya Jeneral John Taggart spasiya wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya xwe ya nû de jê re xwest.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin