Êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê hate kirin

dorne ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatiye xistin.
کوردستان TV
100%

Bi dorneyan êrîşî ser balefirxaneyê hatiye kirin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihandiye ku direngiya şeva derbasbûyî bi balefirên bêpîlot êrîşî ser balefirxaneyê hatiye kirin.

Di daxuyaniya balyozxaneyê de hatiye diyarkirin ku sîstema berevaniyê kariye dorneya ku êrîş pêk aniye bişkîne û daxe erdê. Balyozxaneya Amerîkayê herwiha diyar kiriye ku li gel hevbeşên xwe berdewamin li ser lêkolîn kirin li ser êrîşê û her cure tedbîrek jî distînin.

Ji aliyeke din ve wezareta berevanî ya Îraqê jî diyar kiriye ku sekoya wan sê mûşekan ku duhê bo navenda leşkerî ya Eyn Esed hatibûn avêtin dîtiye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.