Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê nû yê Rûsyeyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 5ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya balyozê nû yê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir.
Di civînê de me pîrozbayiya destbikarkirinê li balyozê nû yê Rûsyeyê kir û hêviya serkeftinê jî di pîverdariya nû de bo pêşde birina têkiliyên Rûsye li gel Îraq û herêma Kurdistanê, jê re xwest.
Balyozê Rûsyeyê hevdem li gel stayîş kirina pêşkeftin û avedaniya heyî li herêma Kurdistanê de, amade bûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir bi taybetî di warê bazirganî û hêlbirînê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin