HRE’yê bîlançoya çalakiyên xwe yên 6 mehên destpêkê yên 2021’an ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ragihand. HRE’yê diyar kir ku 31 leşker û 79 çete hatine kuştin. Her wiha 5 şervanên HRE’yê jî şehîd bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên xwe yên 6 mehên destpêkê yên îsal agahî parve kirin. Di daxuyaniya HRE’yê de ev agahî hatin parvekirin :
“Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê, li hemberî gelê me her cure pêkanînên dermirovî dide meşandin. Li ser demografya û xwezaya Efrînê polîtikayên qirêj dimeşîne. Her roj bi topbaranên dijwar gelê herêmê û xwezaya herêmê tê hedefgirtin. Li hember pêkanînên dermirovahî yên dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê me yê herêmê dimeşîne, çalakî û berxwedana hêzên me bi awayekî xurttir berdewam dike. Di 6 mehên deskpêkê yên sala 2021’an de li hember dagirkeran çalakiyên bibandor hatin lidarxistin û di wan çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hatin xistin.
31 LEŞKER, 2 ENDAMÊN MÎT’Ê, PERSONELEKÎ ARTÊŞA TIRK Û 79 ÇETE HATIN KUŞTIN
Hêzên me di 6 mehên destpêkê yên sala 2021’an de li hember artêşa dagirker û komên çete, bi giştî 67 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de; 1 ji wan serleşker, 31 leşker hatin kuştin, 27 leşker hatin birîndar kirin. 2 endamên MÎT’ê hatin kuştin, 2 endamên MÎT’ê jî hatin birîndarkirin. Her wiha personelekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin. 2 ji wan serçete, bi giştî 79 çete hatin kuştin, 83 çete jî hatin birîndarkirin.
Di wan çalakiyan de; 19 seyareyên leşkerî, seyareyeke kar, 2 motor, 2 seyareyên zirxî bi cureya kîrpî, 4 doçka tevî seyareyên wan, dûrbîneke termal, dûrbîneke roj, bêtêlek hatin rûxandin. Her wiha kargeheke girêdayî çeteyan û 4 baregehên çeteyan jî hatin rûxandin. 2 seyare hatin derbkirin.
Di wan çalakiyan de bi giştî; 1 BKC, 3 AK-47, 1 dûrbîna şevê, 1 bêtêl û 3 telefon hatin desteserkirin.
JI BER TOPBARANAN 8 WELATIYAN JIYANA XWE JI DEST DA
Artêşa dagirker ji destpêka sala 2021‘an heya niha bi sedan caran herêm topbaran kir. Di wan topbaranan de 4 ji wan zarok, 8 welatî şehid ketin û 11 welatî jî birîndar bûn. Her wiha çeteyên dagirker 3 caran êrişên bejahî li dar xistin.
5 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN
Di êrişên artêşa dagirker û komên çete de 5 hevrêyên me gihîştin şehadetê.”
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin