Êrîşî ser gundeke devera Gulale kiriye.
Li gor çapemeniya Îraqê berbanga îro duşem, terorîstên DIŞIê li devera Gulale ya li Parêzgeha Diyalayê êrîşî ser gundê Qela kirine û du welatiyên sivîl ku şêniyên gundê bûne revandine.
Pişt re şêniyên gund û kesûkarên revandiyan bo rizgar kirina kesên revandî li pey terorîstên DIŞIê dikevin û berê xwe didin gundeke cîranê gunda xwe daku daxwaza hevkariyê bo rizgar kirina kesên revandî bikin.
Lê di navbera her du gundan de terorîstan kemîn daniye û di navbera terorîstên DIŞIê û şêniyên gund de pevçûn qewmiye û di encama pevçûnê de 5 şêniyên gund hatine kuştin û du welatiyên din jî birîndar bûne û tirimbîla wan jî hatiye şewitandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin