Heta niha bi giştî 719 kes canê xwe ji dest dane.
Ev zêdetir ji hefteyeke pêleke bihêz ya germiyê Kanada bi taybetî Rojavayê Kanadayê vegirtiye û ev pêla han yaku di sed salên derbasbûyî de mînaka vê nehatiye dîtin, hîn jî berdewame.
Di encama pêla han ya germiyê de hijmareke zêde ji welatiyên Kanadayê canê xwe ji dest dane.
Derbarê vê mijarê de birêveberê giştî yê nûjdariya dadî ya eyaleta British Columbia Lisa Lapointe diyar kiriye ku ji 25ê Hezîranê ve heta yekê Temûzê bi giştî 719 kesan ji ber bilind bûna pileyên germiyê canê xwe ji dest dane.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li eyaleta British Columbiayê jiber bilind bûna pileyên germiyê şewat derketiye û gundek bi temamî ji ser nexşeyê wenda bûye.
Herwiha hate zanîn ku pêla han ya germiyê li çend eyaletên Amerîkayê jî bi bandore û heta niha ji 25ê Hezîranê heta yekê Temûzê di nava du eyaletên Amerîkayê de jî bi giştî 79 kesan canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin