Jiber zêde bûna pileyên germiyê canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya Kanadayê, ev çend roje pêleke bihêz ya germiyê Kanada vegirtiye ku di nava sed salên derbasbûyî de mînaka vê pêlê nehatiye dîtin.
Çapemeniya Kanadayê belav kiriye ku bi tenê di nava 5 rojên derbasbûî de 486 kes ku piraniya wan kesên kalin jiber zêde bilind bûna pileyên germiyê canê xwe ji dest dane.
Pêla germiyê bi giranî li Rojavaya Kanadayê û li eyaleta British Columbia bi bandore û aliyên têkildar jî dest bi vala kirina hin bajar û bajarokên li vê eyaletê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin