Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Iwn El-Dadat a bakurê Minbicê de, 3 jin û zarokek birîndar bûn.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di saet 2:00`an de gundê Iwn El-Dadat ê bakurê Minbicê ji baregeha gundê Toxar, topbaran kir.
Meclisê da zanîn ku di encama topbaranê de, 3 jin û zarokeke 17 salî birîndar bûn. Li gorî meclisê, du jinên birîndar rewşa wan giran e.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê, piştrast kir ku di encama topbaranê de, zirarên madî di gund de çêbûn.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin