Îro hevpeymaniya cîhanî dicive

civîn li Romayê tê lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de 81 welat bedşar dibin.

Biryare îro li Romaya paytexta Îtaliyayê welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de bicivin.

Di civîna han de yaku li ser astê wezîrên derve yên welatên endam tê lidarxistin, nunerên 81 welatên endam di hevpeymaniyê de beşdar dibin.

Di civînê de vê nîqaş li ser domandina hevkarî û hemahengiya hevpeymaniya cîhanî li gel hevpeymanên herêmî li dijî DIŞIê, domandina hewlên hevpeymaniya cîhanî yên bo ji nav birina DIŞIê û vegerandina aramiyê bo Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Herwiha li ser pêşniyara Îtaliyayê vê rewşa hin navçeyên Efrîqayê jî yên ku tevgerên terorîstî yên girêdayî DIŞIê têde çalakin were nirxandin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.