Roja çarşemê tuz jî dibare û pileyên germî bilind dibin.
Birêveberatiya giştî ya seqa nasiya Îraqê ragihandiye ku vê ji roja çarşem ya vê hefteyê pêleke tuz barînê parêzgehên başûrê Îraqê vedigire.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya seqanasiya Îraqê vê li gel destpê kirina tuzbarînê, pileyên germî jî bo zêdetir ji 50 derece bilindtir dibin.
Seqanasiya Îraqê ev yek diyar kiriye ku li herêma Kurdistanê jiber hebûna daristan û çiyayan, pileyên germî gelek bilind nabin û tuzbarîn jî bandoreke zêde nake.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin