Amerîka çend pêgehên heşda şebî bordiman kir

kuştî û birîndarên heşda şebî hene.
کوردستان TV
100%

Dibêje bordiman li ser fermana Jeo Biden hatine bordiman kirin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihand ku berbanga îro duşem çend pêgehên çekdarên heşda şebî li se sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê bi fermana Serokê Amerîkayê Jeo Biden hatine bordimankirin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê behsa vê yekê kiriye ku ev êrîşa han bersifa êrîşa balefirên dorne ye bo ser Hewlêrê û herwiha ev êrîşane ku ji aliyê wan koman ve bo ser hêz û karwanên hevpeymaniya cîhanî û yên Amerîkî li Îraqê têne kirin.

Ji aliyeke din ve çekdarên heşda şebî jî êrîşa han pişt rast kirine û ragihandine ku di encama êrîşa han de yaku bo ser pêgehên wan û cîhên cebelxaneyan pêk hatine kuştî û birîndarên wan hene.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.