DIŞIê dîsa êrîş kir kuştî û birîndar jî hene

bombeyek jî bi tirimbîlekê re teqiyaye.
کوردستان TV
100%

Li devera Riyaz ya li başûrê Kerkûkê êrîş pêk hatiye.

Polîsê fedralî yê Îraqê ragihand ku berbanga îro yekşem terorîstên DIŞIê li devera Riyazê ya li Başûr Kerkûkê êrîşî ser hêzên polîs yên ferdarlî kirine.

Di encama êrîşa han de pevçûn derketiye û teqîneke mezin jî çê bûye û polîsek canê xwe ji dest daye û du polîsên din jî birîndar bûne.

Polîsê han di dema teqînê de ku bi rêya tirimbîleke bombekirî bûye canê xwe ji dest daye.

Weke tê zanîn ev demêke ku êrîşên terorîstên DIŞIê li hin deverên Îraqê bi taybetî deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê zêdetir bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.