Li Babîlê hatine girtin.
Artêşa Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên wan de yên li dijî terorîstên DIŞIê, li Parêzgeha Babîlê jî operasiyonek hatiye lidarxistin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê di operasiyona han de 5 terorîstên DIŞIê hatine girtin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku terorîstên girtî hefteya derbasbûyî malbetek li Bakûrê Parêzgeha Babîlê kuştibûn û çend caran jî êrîşî ser hêzên ewlekarî yên Îraqê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin