Dibêje em hewl didin aramiya deverê dabîn bikin.
Cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê Joy Hood di daxuyaniyekê de ragihand ku vê Amerîka hêzên xwe yên li Rojava û Sûriyeyê venekêşe.
Joy Hood herwiha diyar kir ku, hêzên leşkerî yên Amerîkî li Rojava û Sûriyeyê dimînin û berdewam dibin li ser şerê dijî terorê.
Hood behsa armancên hêzên Amerîkî li Rojava û Sûriyeyê kiriye û ragihandiye ku sê armancên serekî yên wan hene ku ew jî şerê dijî terorê, hevkariya însanî bo Sûriyeyê û dabîn kirina aramiyê li Sûriyeyê deye.
Hood tekez li ser vê yekê jî kiriye ku vê hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê berdewam bin li ser hevkarî kirina HSDê.
Nav hatî di dawiya axaftinên xwe de gotiye: Amerîka ji Tirkiyeyê re gotiye ku gelek ji êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser HSDê û deverên di destê HSDê dide, acize.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin