Duhê wenda bibûn.
Birêveberatiya polîsê Hewlêrê ragihand ku ev her du zarokên 12 salî yên ku duhê li Hewlêrê wenda bibûn, îro termên wan hatine dîtin.
Polîsê Hewlêrê diyar kir ku, ev her du zarokên han di nava gulekê de xendiqîne.
Polîs eşkere kiriye ku ev her du zarok li nêzî Mele Omer çûne nava gula avê bo avjeniyê li di nava gulê de xendiqîne.
Lêkolînên polîs û aliyên têkildar li ser bûyerê berdewamin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin