Li Merîwanê ev şivan hatiye kuştin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, îro pênceşm li gundê Eskol ya ser bi Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser şivanekî Kurd bi navê Mihemed Husênî temen 23 sal kirine.
Hengawê li ser zarê şahêdên bûyerê belav kiriye ku hêzên rejîma Îranê bêyî ti agehdar kirinekê, ji nêz ve êrîşî ser şivanê han kirine û ev şivan jî dem û dest canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin