Nunerê Amerîkayê di hevpeymaniya cîhanî de bi wekalet serdana Hewlêrê kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî bi Serokatiya nunerê vê welatî bi wekalet di hevpeymaniya cîhanî de civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;
Îro çarşem 23ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya nunerê taybetî yê Amerîkayê yê bo hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê bi wekalet John Godfrey û şandeke pê re kir.
Di civînê de pêşhatên dawî û guhertinên Îraq û Sûriyeyê û hewlên berdewam yên bo rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê nîşqa kir.
Nunerê taybetî yê Amerîkayê yê bo hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê bi wekalet John Godfrey dilgiraniya xwe ya li hember pere sendina metirsiyên terorîstên DIŞIê li hin navçeyên Îraq û Sûriyeyê diyar kir û tekez li ser girîngiya berdewam bûna piştgîrî kirina pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna ev metirsî û gefên han û dabîn kirina aramiyê li deverê de kir.
Nav hatî balkêşande ser vê yekê ku biryare hefteya pêş, civîneke taybet ya hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê li Romaya paytexta Îtaliyayê were organîzekirin.
Di berdewamiya civînê de rixmî ku me spasiya piştîvaniyên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge kir, kara kirina navendên hemahengiya ewlekarî yên hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li deverên Kurdistanî yên derveya desthilata herêmê bi pêngaveke girîng wesif kir bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê li wan deveran de.
Herwiha tekez jî li ser girîngiya beşdar kirina şanda herêma Kurdistanê di civîna hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li Romayê kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin