Li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin
Navenda Hengawê ya bo mafên mirovan belav kir ku, di meha Gulanê de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê 22 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Hengawê herwiha eşkere kiriye ku di meha Gulanê de 6 Kolberên Kurd li deverên curbicur yên Rojhilata Kurdistanê bi êrîşên raste rast yên çekdarên rejîmê hatine kuştin û 14 welatiyên din jî birîndar bûne.
Hengawê ev yek diyar kiriye ku her di meha Gulanê de du girtiyên Kurd jî li girtîgehên rejîmê jiber eşkence kirinê canê xwe ji dest dane.
Navenda nav hatî behsa vê yekê jî kiriye ku di meha Gulanê de ji bilî kuştina 6 Kolberên Kurd, 2 welatiyên din yên Kurd bi êrîşa raste rast ya hêzên rejîmê canê xwe ji dest dane û 5 çalakvanên Kurd jî bi 45 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin