Serokê herêma Kurdistanê îro diçe Urdinê.
Rojnamevan û çavdirê siyasî yê Urdinî Munizir Elhewarat di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistantv behsa serdana îro ya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Urdinê kir û ragihand ku îro koşka Paşatiyê ya Urdinê pêşwaziya Serokekî mezin dike.
Elhewarat herwiha diyar kir ku, têkiliyên navbera Urdin û Kurdistanê gelek baş hene û dîroka wan têkiliyan vedigere bo serdema Serok Barzanî û Husên Paşa Şahê Urdinê.
Nav hatî diyar kiriye ku vê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê di civînên xwe de behsa wan têkiliyan û bihêztir û berfiretir kirina wan têkiliyan û pêşeroja deverê bi giştî bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin