Serokwezîrê Yûnanê serdana Kurdistanê dike

Yûnan û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokwezîr li gel Konsulusê Yûnanê civiyaye.

Cîgirê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li gel Konsulusê Yûnanê yê li Hewlêrê civiya.

Di civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Yûnanê kirin û tekez li ser amadebûna Yûnan û Kurdistanê bo pere pêdana têkiliyên han di her warî de kirin.

Her di heman civînê de Qubad Talebanî behsa bername û projeyên hikûmeta Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku hikûmet hewl dide di her warekî de Kurdistanê ber bi pêşde bibe bi taybetî di warê abûrî, bazirganî û pîşesazî de.

Di dawiya civînê de jî Konsulusê Yûnanê behsa xwesteke welatê xwe bo pere pêdana têkiliyan li gel Kurdistanê kiriye û ragihandiye di demeke nêz de Serokwezîrê Yûnanê serdana Bexda û Hewlêrê dike.

Weke tê zanîn beriya du hefteyan Serokwezîrê Kurdistanê jî serdana Yûnanê kiribû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.