Dibêje ezê we bixim zîndanê.
Li Fîlîpînê jî Korona rewşa jiyanê weke welatên din yên cîhanê aloz kiriye û heta niha li vê welatî jî hijmareke zêde xelk bi Koronayê ketine û bi sedan kes jî canê xwe ji dest dane.
Serokê Fîlîpînê Rodrigo Duterte daxwaz ji xelkê dike daku xwe biparêzin û şîretên tendirostî cîhbicîh bikin.
Rodrigo Duterte gef li welatiyên welatê xwe kiriye û gotiye lazime herkes vaksîna dijî Koronayê bikar bîne, kesên ku heta niha vaksîn bikar ne anîne, bila lezê bikin û ji du bijardeyan yek ji xwe re hilbijirên, yan vaksînê li xwe bidin anjî xwe amade bikin ku emê wan bixin girtîgehê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin