Artêşa Îsraîlê sîstemeke nû ya berevanî cerband

ev sîstem taybet bo xistina dorneyan.
کوردستان TV
100%

Dikare dorneyan jî bixe erdê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku kariye bi serkeftî sîstema nû ya berevanî yaku layzeriye, bicerbîne.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, ev sîstema nû ya berevaniyê yaku layzeriye, dikare balefirên bêpîlot (dorne) tesbît bike û wan bixe erdê.

Artêşa Îsraîlê ev yek diyar kiriye ku sîstema han dikare her cure metirsiyek ku ji esman ve were diyar bike û ji nav bibe.

Ev sîstema han vê bibe temamkerê sîstema berevaniya mûşekî ya Îsraîlê yaku bi kelha asin tê nasîn.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.