Bo çavdêrî kirina hilbijartinên Îraqê ev tîm tê şandin.
Ajansa fermî ya Îraqê ragihand ku Yekîtiya Ewrûpayê biryar daye daku bo çavdêrî kirina hilbijartinên pêşwext yên Îraqê yên ku biryare di meha 10an de werin kirin, tîmek bişîne Îraqê.
Ajansê diyar kiriye ku duhê di civîna wezîrên derve yên welatên endam di nava YE de yaku wezîrê derve yê Îraqê jî têde beşdar bûye, YE biryar daye daku bo çavdêrî kirina prosesa hilbijartinan tîmeke çavdêrî kirinê bişîne Îraqê.
Beriya çend rojan wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên bo beşdarî kirin di civîna wezîrên derve yên welatên endam di nava YE de çûbû Ewrûpayê û daxwaz ji YE kiriye daku bo hilbijartinan hevkariya Îraqê bike.
Tê payîn di meha 10an ya sala 2021an de li Îraqê hilbijartinên pêşwext werin kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin