Jiber rawestana dil canê xwe ji dest daye.
Navenda Hengawê ya bo mafên mirovan ragihand ku di rojên derbasbûyî de jineke xelkê bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdsitanê, dema li gel hevjînê xwe û du keçên xwe ji Tirkiyeyê bi rêya bejahî berê xwe dane Yûnanê bo ku biçin Ewrûpayê, di rê de canê xwe ji dest daye.
Hengawê diyar kiriye ku jina Kurd ya penaxwaz navê xwe Mêhrî Nebîzade bûye û temena vê jî 27 salî bûye, jiber dûriya rê û westiyane zêde ji hed, rastî rawestana dil hatiye û canê xwe ji dest daye.
Mêhrî li gel hevjînê xwe û du keçên xwe yên 4 û heftsalî bi rêya bejahî ji Tirkiyeyê ve xwestine biçine Yûnanê û ji Yûnanê jî ber bi Ewrûpayê ve birê bikevin lê jiber dûriya rê û westiyana zêde ji hed rastî westana dil hatiye û canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin