Li parêzgeha Diyalayê hatine girtin.
Artêşa Îraqê ragihand ku piştî lêkolîn û çavdêriyên hûr li ser liv û tevgerên tîmên razayî yên DIŞIê, li parêzgeha Diyalayê operasiyonek li dijî wan tîman hatiye lidarxistin.
Di encama operasiyona han de 5 terorîstên DIŞIê ku weke tîmên veşartî yên DIŞIê kar kirine hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin