Zêdetir ji 30 donim pûş û pawan hatine şewitandin.
Polîsê daristan û jîngeha Silêmanî ragihand ku hêzên wan ji hebûna şewateke mezin li gundê Qamîş û çiyayê Gocar ya li Mawetê hatine agehdarkirin û hêzên han jî bilez xwe gehandine cîhê şewatê.
Li gor daxuyaniyê, di encama şewata han de herî kêm 30 donim pûş û pawanên deverê di agirêde şewitîne.
Polîsê daristanê diyar kiriye ku sedema derketina agirê nediyare û lêkolîn li ser çawetiya derketina şewatê berdewamin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin