Merkel û Macron dibêjin metirsiya korona çêkiriye didome

behsa naveroka civînên xwe li gel Biden jî kirine.
کوردستان TV
100%

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bang li welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) kirin ku dijî cureyên nû yên vîrusa korona berevanîya xwe bikin.

Merkel û Macron diyar kirin ku divê welatên YE bo vekirina sînorên jiber vîrusa korona hatine girtin bi awayekî kordînekirî bixebitin.

Macron got gerek YE rê nede belavbûna cureyên nû yên vîrusa korona û da zanîn ku welatên yekîtiyê Brîtanya ya bi zêdebûna varyanta Delta re rûbirû maye dişopîne.

Wî di preskonferansa hevbeş ya bi Merkel re dîyar kir ku hin welatan jiber turîzmê sînorên xwe zû vekirin û da zanîn ku divê ew dijî cureyên nû yên vîrusa korona baldar bin.

Merkel jî got ku ew nikarin wek ku dawî li vîrusa korona hatiye tevbigerin.

Merkel got. Eger ne hemî azadî bin jî bo em havîneke bi jimareke azadîyan bibînin divê em hîn jî baldar bin.’’

Wê bi berdewamî ser peywendiyên YE û Rûsya jî da zanîn ku tevî hemî cudabîriyên ser Ukrayna û pevçûnên li Sûriyê jî divê ew bi Moskowê re dîyalogê bidomînin.

Serokwezîra Almanya hevdîtin û diyaloga Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin bi bîr xist û diyar kir ku heman diyalog bo Ewrupa jî girîng e.

Macron jî di berdewamîya axaftina xwe de ser aboriyê peyivî dîyar kir ku ne nîqaşa ser budçeyê û pêşdeçûn bi wan gerek e.

Ji degê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.