Li devera Paweyê hatibû birîndarkirin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, Kolberekî Kurd xelkê bajarê Paweyê, piştî ku di êrîşa çekdarên rejîma Îranê de li gel birayê xwe hatibû birîndarkirin, jiber dijwariya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
Hengawê belav kiriye ku ev Kolberê han xelkê gundê Dişe ya ser bi Paweyê ye, û roja pêncşemê di êrîşê de hatibû birîndarkirin û pişt re jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Navê wî Kolberî Besîr Ehmedzadeye.
Besîr Ehmedzade, jiber dijwariya birîna xwe, bo nexweşxaneyeke bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin lê jiber xedariya birînê, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û hîn jî termê wî radestî kesûkarên wî nehatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin