Vê 9 bendavên steratejîkî werin çêkirin.
Wezîra çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand ku îro li gel wezîrê pilandanînê civiyane.
Di civînê de giftûgo li ser pêngavên heyî yên bo destpê kirina çê kirina 9 bendavên steratejîkî hatiye kirin û wezîrê pilandanan diyar kiriye ku heta niha 60 kompaniyên navxweyî û biyanî amdebûna xwe bo beşdarî kirin di prosesa çê kirina bendavan de diyar kiriye û navên xwe û bernameya xwe ya bo çêkirina bendavan dane hikûmeta Kurdistanê.
Vê piştî lêkolîn û wenêrînên pêwîst, ji aliyê dezgehên têkildar ve, hikûmet û kompaniyên han yaku têne hilbijartin, dest bi projeya çêkirina 9 bendavên steratejîkî li Kurdistanê de were kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin