Hijmara herî zêde li Silêmanî hatiye tomarkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 507 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 227 kese.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de 518 berketiyên berê jî baş bûne û 7 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin