Îro li Brûkselê civiya bûn.
Serokkomarê Franse û Serokkomarê Tirkiyeyê îro di çarçoveya civîna NATO yê de li Brûkselê civiyan û piştî civînê jî koşka Elîse ya Franseyê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek weşand.
Li gor daxuyaniya han di civînê de Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macrok ji Erdogan re gotiye ku nabe Tirkiye sekoler bûna komara Franse û pîvanên komara Franseyê şaş bikar bîne û lazime derbarê nîqaşên ser îslamê de zelalî di navbera wan de hebe.
Macron herwiha ji Erdogan re gotiye ku lazime welatên endamên NATOyê li gor berejwendiyên endamên din yên NATOyê tevbigerin û pîvanên NATOyê binpê nekin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin