Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 239 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 181 kese.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de 616 berketiyên berê jî baş bûne û 6 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 176 hezar û 162 kes bi Koronayê ketine û 4 hezar û 360 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin