Biden û Johnson ser korîdoreke rêwîtiyê axifîne

yekem serdana Biden bo Brîtanyayê bû.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ser vekirina korîdoreke rêwîtiyê ya transatlantîk axifîne.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab bêyî ku hûrgiliyan bide di Sky Newsê de ser wê korîdorê peyivî.

Raab diyar kir ku Biden û Johnson ser korîdora rêwîtîyê danûstandin kirine û ew dizanin ku ewê wê fikrê çawa pêşde bibin.

Wî da zanîn ku ewê niha plana ser korîdora rêwîtiyê eşkere nekin.

Biden û Johnson, berî Hilcivîna G7 roja Pêncşemê li Cornwall ya li rojavayê başûrê Brîtanya civiya bûn.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.