Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerilayên PKKê li 35 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgariya Bedlîse îro li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan li 35 gund û mezrayên nav sînorên parêzgehê bi hinceta hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wan deveran, qedexeya derketina derve ragihandine.
Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser agahiyên avakirina stargeh û şikeftan ên gerilayên PKKê li wan cihan qedexe hatiye ragihandin.
Ji çapemeniya Tirkî hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin