Vê dadgeha destûrê di nava 15 rojan de bersif bide.
Serokê Dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê Berkir Şahin ku doznameya daxistina HDPê amade û radestî dadgeha destûrê ya Tirkiyeyê kiriye, ragihand ku li bendêne daku dadgeh di nava 15 rojan de bersifa doznameya wan ya bo daxistina HDPê bike.
Bekir Şahîn aniye ziman ku di doznameyê de daxwaza qedexe kirina kar û çalakiyên siyasî bo 451 berpirs û endamên HDPê kiriye.
Weke tê zanîn cara ewil dadgeha destûrî dozname jiber kêmaniyan vegerandibû bo dozgeriya giştî û beriya çend rojan jî dozgeriya giştî dîsa dozname amade û radestî dadgeha destûrî kir û dadgeha destûrî jî raporterê taybet bo vê mijarê diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin