Biden dest bi serdanên xwe bo derveya welat dike

yekem civîna wî li gel Serokwezîrê Brîtanyayê dibe.
کوردستان TV
100%

Serdana yekem ya Biden 8 rojan didome.

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê dest bi serdanên xwe yên bo derveya welêt dike ku ew ji destpêka Seroktiya wî vir ve gera wî ya pêşî ya li derve ye û dê 8 rojan bidome.

Biden dê di serdanên xwe de bala xwe bide ser jinûveavakirina peywendîyên trans-Atlatnîk ku ew di dema Serokê berê Donald Trump de ketibûn rewişeke aloz.

Di serdana derve de Biden bo peywendiyên bi Rûsya re jî danûstandinê bike.

Ew gera Biden dê nîşan bide ku ka ew di çêkirina peywendiyên bi hevalbendên girîng re çiqas jêhatî ye ku ew peywendî di dema Trump de jiber vekişîna Amerîka ya ji karên bazirganî û peywmanên navneteweyî ketibûn asteke dîtir.

Serokê Amerîka Biden di nivîseke xwe ya li Washington Post de diyar kir ku ew bawer dike ku tifaqên wan yên demokratîk dikarin dijî gef û dijminên îro kapasîteya xwe nîşan bidin û ew dê vê hefteyê li Ewrupa derfetan wan heye ku ew vê îspat bikin.

Biden dê di 16’ê Hezîranê de li Cenevrê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive ku ew hilcivîn jiber peywendiyên dawî yên Washington û Moskowê girîng e.

Amerîka û Rûsya herî dawî jiber helwesta Moskowê ya li Ukrayna li dijî hev sekiniyabûn.

Serok Biden dê berê li Cornwall beşdarî civîna G7 bibe ku û li wir ser vaksînan, bazirganî, îqlim û jinûveavakirina binesazîyan danûstandinê bike.

Washington hefteya borî dîyar kiribû ku ewê 20 mîlyon vaksîn bide derveyî welêt û dibe ku Biden bo belavkirina zêdetir vaksîn rastî zextan were.

Biden dê sibê Pêncşemê li Cornwall bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re bicive.

Ew civîna Biden û Johnson dibe ku rê bide Washingtonê ku bi Londonê re peywendiyeke taybet ya piştî veqetîna ji Yekîtiya Ewrupa (YE) çêke.

Li dû civîna G7, ku dê sê rojan bidome, Biden û xanima wî Jill dê serdana Qralîçe Elizabeth bikin.

Biden di sala 1982’yan de dema senatorê Delawere bû bi Qralîçe Elizabeth re kom bûbû.

Piştre Biden bo civînên bi rêberên NATO û YE dê here derbazî Brukselê bibe. Li ber e ku rojeva rêberan, Rûsya, Çîn û mesrefên berevanîya hevbeş be.

Di dawîya hilcivînê re, Biden û Putin yê ku bi Trump re peywendiyeke dostane çêkiribû, bicivin. Ne çaverê ye ku ji civîna Biden û Putin encameke girîng derkeve.

Bi destkarî ve ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.