Dibêje em berdewam dibin li ser xizmet kirina Îraqiyan.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û têde eşkere kiriye ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gotiye ku berdewam dibe li ser xizmet kirina baştir ya Îraqiyan ku hêjayê xizmetên baştirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Kazimî di civîna civata wezîran de eşkere kiriye ku demeke dirêje ku Îraqî bi dest gendelî û siloxanên bêencam dinalin û jiber gendelî û diroşmeyên bêencam, rewşa welat gelek aloz bûye.
Kazimî behsa vê yekê kiriye ku bo rizgar kirina Îraqê ji qirîza darayî, nebûna xizmetgozariyan û gendeliyê, pêngavên baş avêtine û berdewam dibin li ser baştir xizmet kirina Îraqiyan.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî tekez li ser vê yekê kiriye ku bi cidî hewl bo vê yekê didin ku prosesa siyasî ya Îraqê serrast bikin û Îraq bavêjin ser rêyeke rast.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin