Serokê herêmê li gel Yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê civiya

behsa girîngiya rola oldar û mamosteyên olî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa çend mijaran hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê kir.

Di civînê de ku wezîrê karûbarên Ewqaf jî têde beşdar bû, behsa rola yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê ya bo bihêztir kirina çanda hev û du qebûl kirinê, rêz ji hev girtinê, çanda bihevre jiyana aştiyane û rihê nîştimanî di navbera pêkhateyên Kurdistanê de hate kirin û bi roleke girîng hate nirxandin.

Her di heman civînê de yekîtiya zanayên îslamiya Kurdistanê piştîvaniya xwe bo hewldanên Serokê herêma Kurdistanê yên bo bihêztir kirina yekdengî û yekhelwestiya navbera aliyên Kurdistanî diyar kir û behsa projesa amade kirina destûrê jî kir û ragihand ku, lazime destûr li ser bingehê welatî bûn û liber çav girtina pîvanên ola îslamê weke yek ji çavkaniyên azadiyên olên din were amadekirin û nabe ol bibe mijareke siyasî.

Serokê herêma Kurdistanê jî ev yek diyar kir ku, civaka Kurdistanê civakeke oldare û rola mamoste û zanayên olî di rê nîşandana civakê de gelek girînge lewre lazime mamost û zanayên olî jî rola xwe ya bo pêşî girtin ji hizra tundreviyê bilîzin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.