Putîn proje qanûna derketinê îmze kir.
Hikûmeta Rûsyeyê biryar dabû ku ji rêkeftina esmanên vekirî vekêşe û Serokê Rûsyeyê jî duhê bi fermî vekêşandina Rûsyeyê ji rêkeftina han ragihand.
Serokê Rûsyeyê Vladimir Putin bi fermî proje qanûna derketina Rûsyeyê ji rêkeftina esmanên vekirî îmze kir û bi vê awayî Rûsye ji rêkeftina han derket.
Rêkeftina esmanên vekirî rêkeftinêke ku di navbera 34 welatên cîhanê de bi mebesta geştên esmanî yên şefaf, kontrol kirina çalakiyên bêçek û çavdêrî kirina rêkeftinên cîhanî bi awayeke asan hatiye îmzekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin