PKK dixwaze herêmê bixe nava şereke nexwestî de

dibêje mafê pêşmerge heye li her derê liv û tevgeran bike.
کوردستان TV
100%

 

Komîteya karûbarên navxwe ya parlementoyê daxuyaniyek belav kir.

Komîteya karûbarên navxwe ya parlementoya Kurdistanê, derbarê êrîşa roja şemî ya pkk ya bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek weşandiye.

Di daxuyaniya han de komîteyê diyar kiriye ku pêşmerge hêzeke fermî û destûrî ya Kurdistanê ye û mafê xwe heye li her derê di çarçoveya sînorên Kurdistanê de tevbigere.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kiriye ku eger di demên derbasbûyî de hêzên pêşmerge ji hin cîhan vekêşiyane jiber vê yekê bûye ku nexwestine bikevin nava şerekê ku hin berpirsên pkkê hewl bo derxistinê didin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de ev yek hatiye zelalkirin ku pkk bi wan êrîşên xwe dixwaze herêma Kurdistanê bixe nava şereke nexwestî de.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.