Dibêje ne endamê ti partiyeke siyasî me.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di hevpeyvîna xwe ya li gel çapemeniya Îranê de behsa çend mijaran kiriye.
Mistefa Kazimî ji çapemeniya Îranê re gotiye ku di serdema wî de têkiliyên navbera Îraq û Îranê gelek başe bûne, û hewl dide daku têkiliyên han baştir bibin.
Mistefa Kazimî herwiha diyar kiriye ku niha Îran di nava rewşeke gelek aloz deye, û eger Îran bixwae Îraq dikare di gelek waran de hevkariya Îranê bike.
Kazimî di beşeke din ya hevpeyvîna xwe de balkêşandiye ser hilbijartinên Îraqê û diyar kiriye ku ne endamê ti part û aliyeke siyasiye lewre di hilbijartinên Îraqê de jî beşdarî nake.
Derbarê çekdarên heşda şebî de jî diyar kiriye ku ev hêzên han qanûnîne û beşekin ji mekanîzmaya ewlekarî û berevanî ya Îraqê û naxwazin li ser navê heşda şebî ti kes ji derve biryar bide û ferman bi wan hêzan bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin