Zarokên DIŞIyan radestî Holendayê têne kirin

hîn jî hijmareke zêde zarokên DIŞIyan di destê rêveberiya xweser dene.
کوردستان TV
100%

 

Vê îro 5 zarok radestî aliyên têkildar yên Holendayê werin kirin.

Komîteya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser ragihandiye ku, vê îro 5 zarokên DIŞIyan ji aliyê komîteyê ve, radestî aliyên têkildar yên hikûmeta Holendayê werin kirin.

Ev cara duyeme ku Holenda zarokên DIŞIyên ku xwedan nasnameya Holendî ne werdigire.

Cara ewil di sala 20219an de bû ku Holenda bi enê du zarok wergirtibû.

Weke tê zanîn ku niha zêdetir ji 6 hezar DIŞI di destê rêveberiya xweser de girtîne, kesûkarên wan jî di nava kempan dene.

Beriya niha jî nêzî 100 malbetên kesûkarên DIŞIyan ji kempa Hol bo Îraqê hatibûn veguhastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.