Serok Barzanî li gel Konsulusê Siûdiyeyê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Siûdiyeyê yê li Hewlêrê Mihemed Bin Selman Elesîrî kir.
Di civînê de Konsulusê nû yê Siûdiyeyê rêzdariya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û ragihand ku rixmî metirsiyên ku rastî Kurdistanê hatibûn, Kurdistan kariye bi awayeke baş ber bi pêşve biçe. Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de xwesteke welatê xwe ya bo berfiretir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û hêlbirînê de anî ziman.
Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Siûdiye û Kurdistanê kir û jiber hevkariyên Siûdiyeyê yên bo kêm kirina bargiraniya Penaberan ya li ser Kurdistanê, Serok Barzanî spasiya Siûdiyeyê kir û hêviya serkeftinê bo Konsulusê Siûdiyeyê jî xwest.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin