Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, tendê di meha Gulana 2021an de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 35 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Hengawê belav kiriyeku ev welatiyên han bi hinceta çalakiyên siyasî, beşdarî kirin di ahengên newrozê û çalakiyên olî hatin binçavkirin.
Navenda Hengawê eşkere kiriye ku 23 welatî jiber çalakiyên siyasî, 4 kes jiber çalakiyên kirêkarî, 5 kes jiber çalakiyên medenî û 3 kesên din jî jiber çalakiyên olî hatine girtin.
Himara herî zêde ya girtiyan li parêzgeha Sineyê ye ku 25 kes têde hatine girtin, li Urmiyeyê jî 8 û li Îlamê jî 2 kes hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin