Nexweşxaneyek li Xelîfanê tê ava kirin

wezîrê tendirostî jî soza dabîn kirina pêdiviyên tendirostî daye.
کوردستان TV
100%

DXB ev nexweşxaneya han ava dike.

Birêveberê nahiyeya Xelîfan Mexdîd Merûf ragihand ku Dezgeha xêrxwaziya Barzanî (DXB) dest bi cîhbicîh kirina projeya ava kirina nexweşxaneyek li navenda bajarokê Xelîfanê kiriye.

Mexdîd Merûf herwiha diyar kiriye ku ev nexweşxaneya han yaku ya hawarhatinê ye, bi temamî ji aliyê DXB ve tê avakirin û bi temam bûna projeyê jî vê ev nexweşxaneya han xizmeteke baş ya tendirostî bigehîne şêniyên bajarokê Xelîfan û derdorê.

Nav hatî diyar kiriye ku hefteya derbasbûyî wezîrê tendirostî jî serdana deverê kiriye û soza dabîn kirina tevahiya pêdeviyên tendirostî bo devera Xelîfanê daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.