Ev pere di nava bankeke Swîsê de hatiye danîn.
Hikûmeta Îranê diyar kiriye ku mişxûlî hewldan bo kirîna 16 miliyon vaksînên Koronayê ye lê pere tuneye ku wan vaksînan bikire lewre daxwaz ji Îraqê kiriye daku di şûna deyinên elektirîkê, pere bide Îranê.
Hikûmeta Îraqê jî ev yek qebûl kiriye û biryar daye daku 125 miliyon dolar weke gerentî bo Îranê bo kirîna vaksînên Koronayê bixe nava bankek li welatê Swîsê.
Weke tê zanîn jiber kirîna elektirîkê ji Îranê, Îraq gelek deyindarê Îranê ye û Îran çend caran daxwaza pereyên xwe kiriye lê rayedarên Îraqî jî behsa vê yekê kirine ku niha ti pereyek tuneye ku bidin Îranê.
Lê di rojên dawî de navbera wezîrê darayî yên Îraq û Îranê de rêkeftinek hatiye kirin û li gor rêkeftinê vê Îraq 125 miliyon dolar bo kirîna vaksînê di nava bankeke welatê Swîsê de bihe ser hesabê Îranê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin