Balyozê Morîtanyayê xatira xwe ji Serok Barzanî xwest.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Morîtanyayê yê li Bexdayê Sîdatî Şêx Weled Ehmed Eyşe kir.
Di civînê de balyozê Morîtanyayê yê ku dema pîwerdariya wî weke balyoz li Îraqê bidawî hatiye, xatira xwe ji Serok Barzanî xwest û rêzdariya xwe jî ya li hember xebat û qurbanî dana gelê Kurdistanê û çanda aştîxwazane û bihevre jiyanê ya gelê Kurdistanê diyar kir.
Nav hatî diyar kir ku li Kurdistanê de jêrxaneke bihêz heye bo ku, pêşerojeke geş hebe û anî ziman ku hêvî dike Kurdistanê di her warî de têkiliyên xwe yên li gel Morîtanî û welatên din yên parzemîna Efrîqayê berfiretir û bihêztir bike.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê Morîtanyayê xwest û pêşwaziya xwe jî bo afirandina derfetên goncaw bo pêşde birina têkiliyan diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin