Sores di 26ê Gulana 1976an de destpê kir.
Piştî pilangeriya herêmî û cîhanî ya sala 1975an li dijî gelê Kurd û şoreşa gelê Kurd, yaku dixwestin gelê Kurd û şoreşa Kurdî bi temamî û hertimî ji nav bibin, di 26ê Gulana sala 1976an de di rewşeke dijwar ya siyasî û leşkerî de bi Fermana Rêberê netewî yê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzanî şoreşa Kurdî dîsa destpê kir.
Tenê 3 rojan piştî pilana Cezayîrê yaku li dijî gelê Kurd û şoreşa Kurdî bû, Serkirdatiya siyasî ya Kurd hizra destpêkirina şoreşê kir û bo vê yekê jî hijmareke berpirs, kadir û pêşmerge şande bajar, bajarok û gundên curbicur yên Kurdistanê. Bi vê yekê pêngavên yekem yên şoreşeke mezin û pêşkeftinxwaz ya bi navê şoreşa Gulanê hatin avêtin.
Destpê kirina şoreşa Gulanê di demekê de bû ku gelê Kurdistanê hêvî nemabûn, neyar û dagîrker ji her aliyekê ve zextên xwe yên bo ser gelê Kurdistanê zêdetir kiribûn.
Destpê kirina şoreşa Gulanê bû sedema vejîneke dubare di nava civaka Kurd de û şoreş rê neda ku moralê gelê Kurdistanê nemîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin